TR KU SO
FB X
Cîhan

Senatoya Amerîkayê qedandina şerê li dijî Îranê pejirand

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2026 14:15

PeyamaKurd - Senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan pêşnûmeya qedandina operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê pejirand.

 Ev pêşnume çend roj piştî îmzekirina peymana agirbestê ya di navbera Washington û Tehranê û destpêkirina mûzakereyên der barê qonaxa pêş de pêk hat. 50 endaman dengê "Erê" dan  û 48 endaman dengê "Na" dan.

Di Senatoya Amerîkayê de, Partiya Komarî ji bingehî 100 kursiyan xwedî 53 kursî ye. Partiya Demokrat jî xwedî 45 kursî ne û 2 kursiyên din ên kesên serbixwe ne. Ev dide nîşandan ku piraniya endamên Partiya Komarî pêşnûme pejirandin.

Demokrat dibêjin, destûra Amerîkayê ragihandina şer dide Kongreya Amerîkayê tenê. Her wiha dibêjin, Trump dema ku operasyona leşkerî li dijî Îranê da destpêkirin bêyî ku li Konseyê vegere rayeyên xwe derbas kirin, di heman demê de muhleta qanûnî ya diyarkirî (60 roj) a bidestxistina erêkirin ji kongreyê jî derbas kiriye.

Muxalifên Turmp jî dibînin ku pêşnume peyamê dide Îranê ku jinûve destpêkirina şer dê aliyê siyasî de zehmetir be û helwesta Îranê di dan û standinên heyî de xurtir bike.

Trump erêkirina pêşnumeyê rexne kir û got "Ne di wexta xwe de ye û bê wate ye". Trump destnîşan kir ku ku pêşnume xebatên dan û standinên bi Îranê re asteng dikin. Komarparêzan jî hişyarî dan ku pêşnûme bandoreke neyinî li dan û standinên diplomatîk ên her du aliyan bikin.

Parve bike: