TR KU SO
FB X
Cîhan

Serbazên Tirk bi besdariya çekdaran li Trablûsê merasîma mizgeftbûna Ayasofyayê li dar xistin

Admin H
Nivîskar
📅 05 tebax 2020 17:33

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li baregeha leşkerî ya Sîdî Bilal a Terablusê, bi sedan çekdarên bi ser Tirkiyê ve ku ji Sûriyê hatine anîn, merasîmeke leşkerî ya mizgeftbûna Ayasofyayê hat sazkirin.

Herwiha hin malperên Sûriyê yên bi ser komên çekdarên girêdayî Tirkiyê dîmenê wê merasîmê par ve kirin.

Di merasîmê de alên şoreşa Sûrî û yên Tirkî û wêneyên Erdogan hatin hildan û piştgiriya xwe bo Tirkiye û Erdogan nîşandan.

Di dîmen de, bi serkêşiya serbazî Tirk, bi sedan çekdarên Sûrî yên ji koma “Sultan Silêman Şah” têne dîtin.

Parve bike: