Serdana Witkoff û Kushner a bo Îsraîlê di kêliya dawî de hat betalkirin
PeyamaKurd - Serdana Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner a bo Îsraîlê, ku dihat payîn roja Sêşemê pêk bihata, hat betalkirin.
Li gorî nûçeya Televîzyona Kanal 12 a Îsraîlê, ev biryar di kêliya dawî de hatiye girtin. Her çend biryar bû ku şandeya Amerîkî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re bicive jî, serdan ji nişka ve hat betalkirin. Heta niha ji aliyê rayedarên Washington û Tel Avivê ve derbarê sedema vê betalkirinê de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Dihat payîn ku di serdanê de Witkoff û Kushner li ser têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de û rewşa dawî ya li herêmê danûstandinên giring pêk bianiyana. Tevî ku amadekariyên protokola serdanê hatibûn temamkirin jî, betalkirina wê di çapemeniya Îsraîlê de wekî geşedaneke sosret hat nirxandin.
Her du welat jî li ser mijarê bêdengiya xwe diparêzin.