TR KU SO
FB X
Cîhan

Serdozgerê Dadgeha Tawanan a Navdewletî: Ukrayna qada tawanan e!

Admin H
Nivîskar
📅 14 nîsan 2022 00:12

PeyamaKurd – Serdozgerê Dadgeha Tawanan a Navdewletî Kerîm Xan serdana paytexta Ukrayna Kîevê kir û li bajarokê Bûça yê komkujiya sivîlan hatibû kirin geriya.

Kerîm Xan piştî serdana xwe ya Kîev û Bûçayê derbarê encama lêkolînên xwe de ragihand, Ukrayna cihê tawan li têne kirin e.

Berpirsekî Dadgeha Tawanan li ser Twitterê derbarê wê serdanê de parvekirin kir û got, "Serdozger Kerîm Xan, serdana Serdozgerê Ukraynayê Îrîna Venediktovayê kir.”

Herwiha hat diyarkirin ku Tawanan a Navdewletî ligel Dadgeha Ukraynayê ji bo cezakirina aliyên tawanên şer kirine hevkariya xwe didomîne.

Serodozger Kerîm Xan li Ukraynayê ji rojnamevanan re gotiye: “Ukrayna ew cihê ku gelek tawan hatine kirin e. Ji ber ku têra xwe gumanên me li ser van tawanan hebûn, em li gorî erkên dadgehê hatine vê derê. Ji bo em rastiyê derxin holê, pêwîste em vê nediyariya şer ji holê rakin.”

Serdozgerê Dadgeha Navdewletî 16ê Adarê jî ligel Serokomarê Ukrayna Volodomir Zelenskiy hevdîtinek bi rêya vîdyo konferansê pêk anîbû.

Parve bike: