Serdozgerê ICC Xan bi Ehmed Sera re civiya
PeyamaKurd – Serdozgerê Dadgeha Tawanan a Navdewletî (ICC) Kerîm Xan tawanên cengê yên serokê hikûmeta veguhêz li Sûriyê Ehmed Şera û Beşar Esed gotûbêj kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Xan, Serdozgerê Dadgeha Cezayê Giran û şanda pê re li ser vexwendina Ehmed Şera serdana Şamê kirin.
Ehmed Şera û Kerîm Xan bijardeyên dadweriyê ji bo qurbaniyên rêjîma Esed li Den Haag gotûbêj kirin.
Kerîm Xan diyar kir ku ew amade ne ji bo dadgehkirina wan kesên ku di tawanên berê yên rêjîma Esed de kirine çi pêwîst be bikin.
Komên Sûriyeyê di 8ê Kanûnê de rejima Esed hilweşandin û rêveberiya welêt xistin destê xwe.
Di dema rêjîma Beşar Esed de, bi hezaran kes di zindanên welat de hatin girtin û îşkence kirin, di heman demê de Esed komkujî li dijî gelê xwe pêk anî, di nav de çekên kîmyayî jî bi kar anîn.