TR KU SO
FB X
Cîhan

Serdozgerê Îstenbolê: Kasikçi hat fetisandin

Admin M
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2018 22:30

PeyamaKurd- Serdozgeriya bajarê Tirkiyê yê Îstenbolê ragihand ku rojnamevan Cemal Kaşıkçı çawa di 2 yê cotmehê de ketiya nav balyozxaneya Erebistana Si’ûdiyê ya li Îstanbolê, tîma înfazê wî fetisandiye û bedena wî perçe kiriye û wenda kiriye.

Di çarçoveya zelalkirina dozê de serdozgerê Erebistanê ev sê roje ku çûye Îstenbolê û îro wê dagere welatê xwe Si’ûdiyê. Serdozger ti bersiv neda çapemeniyê lê serdozgerê Îstenbolê dawet kir bo Erebistanê.

Erebistan red dike ku hevkarekî wan hebûye û cesedê Kaşıkçı ji ortê wenda kiriye.

Parve bike: