TR KU SO
FB X
Cîhan

Serê Idlibê gihîst gundewarên Eyn Îsyayê

Admin H
Nivîskar
📅 24 sibat 2020 03:21

PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên dawî li ser xeta Şergirakê û Çelbî yên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî parêzgeha Reqayê, şerekî giran di navbera leşkerên Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê û hêzên rejîma Sûriyê de rû dide. 

Li gorî çavkaniyên xwecihî artêşa Tirkiyê tevî komên çekdarên girêdayî xwe di 3 rojên dawî de êrîşên ser herêmên di bin kontrola hêzên rejima Sûriyê zêde kirine.

Tê ragihandin ku şer li ser xeta di navbera Şergirakê û gundê Çelbî yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê de giran bûye û di navbera komên komên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîma Sûriyê de şerekî dijwar rû dide. 

Derbarê şerê vê dawiyê yê Idlibê de, agahiyên zelal hîn nehatine bidestxistin.

Parve bike: