TR KU SO
FB X
Cîhan

Şerê navbera hukumetê û muxalefetê her diçe dijwar dibe

Admin M
Nivîskar
📅 29 nîsan 2026 23:34

PeyamaKurd – Li welatê parzemîna Afrîkayê li Malî şerê di navbera hukumetê û Cemaat Nusra el-İslam û Muslim (JNIM) - Cepha Rizgariya Azavad (FLA) di 25ê Nîsanê de destpêkiribû û her diçe şer dijwartir dibe.

Artêşa Maliyê jî dest bi êrîşan kiriye û her diçe şer geş dibe. Grûbên muxalif yên navborî bajarê Kidalê xistine destê xwe.

Muxalefet avêt ser mala wezîrê bergiriyê yê Maliyê, mala Sadio Camara ku li bajarê Katiyê bû û wezîr di êrîşa bombeyî de hat kuştin.

Artêşa Maliyê ragihand ku li herêma Koulikoroyê di êrîşên hewayî de, ji 100î zêdetir çekdarên muxalif kuştine.

Piştî 25ê Nîsanê şer dijwar bû û çekdarên muxalif bajarê Kidalê xistin dest ku ajarekî stratejik e. Grûb êrîşê der û dora payîtext Bamako jî kirin û di asta bilind de gelek rayedaran kuştin.

Dîmenên ku ketine ser çapemeniyê nîşan didin ku kontrola artêşê li Maliyê qels bûye û rewşa asayîşê xerab e. Li Maliyê rêxistina leşkerên bi pere ya girêdayê Rûsyayê jî piştgiriyê dide artêşa Maliyê lê nikarin muxalefetê bidin rawestandin.

Parve bike: