TR KU SO
FB X
Cîhan

Serê Rûsya û Ûkraynayê: Pûtîn agahî sitend

Admin L
Nivîskar
📅 11 mijdar 2023 13:28

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Serfermandarê Giştî Valery Gerasîmov re hevdîtin kir û derbarê rewşa dawî ya şerê Ûkraynayê de agahî sitend.

Pûtîn piştî serdana xwe ya Kazakîstanê, bi şev serdana navenda navçeya Eskerî ya Başûr a li Rostovê kir.

Pûtîn di serdana xwe de bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Serfermandarê Artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov re hevdîtin kir.

Pûtîn derbarê rewşa dawî ya şerê li Ûkraynayê de agahî ji Şoygu û Gerasîmov sitend û wesayîtên leşkerî yên nû jî lêkolîn kirin.

Di daxuyaniya Qesra Kremlînê ya derbarê hevdîtinê de wiha hat gotin: “Vladimîr Pûtîn piştî serdana xwe ya Kazakîstanê çû Rostovê û li navenda Herêma Leşkerî ya Başûr ziyaret kir. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Serfermandarê Giştî Valery Gerasimov û fermandarên din li baregehê bi Pûtîn re bûn. Pûtîn, ku alavên leşkerî yên nû lêkolîn kir, raporek li ser pêşveçûna operasyonên leşkerî yên taybet sitend."

 
Parve bike: