TR KU SO
FB X
Cîhan

Serê Sûdanê her diçe gestir dibe: 185 mirî û 1800 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 18 nîsan 2023 04:17

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li Sûdanê di serî de li payîtext Hartûmê şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Desteka Lezgîn (RSF) de 40 seete ku şer dewam dike û heya niha 185 kes can dane û ji 1800an zêdetir ker birîndar bûne. Ragihandin ji aliyê nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê Newteweyên Yekgirtî yê li Sûdanê, ji aliyê Volker Perthes de hat kirin.

Perthes, di rêya video-konferansê de, pirsên rojnamevanan yên li avahiya New Yorkê li baregeha NY bersivand. Perthes ragihand ku şerê roja serê siba şemiyê destpêkiribû dewam dike lê ji bo xelk pêdiviyên xwe temîn bike, ji bo çend seetan agirbesê kirine û weha dewam kir:

“Em bang li her dû terefan dikin da şerê xwe rawestînin û rê bidin xebatkaran û li ber xebatên wan nebin asteng. Her dû teref jî mecbûrin rêxistinên NY, balyozxaneyan û dezgeyên tenduristiyê biparêzin. Îhlalên gelek mezin hene. Em nikarin di nav şer de xebatên xwe dewam bikin. Xebatkarên me nikarin ji malên xwe derên. Her dû teref jî naxwazin şer biqede ji ber hinek welatên Ereb xwestin navbeynkariyê bikin lê qebûl nekirin.”

Ji sala 2021an heya niha piştî derbeya leşkerî di konseya rêvebir de general hene û serokatiya wan general Abdulfettah el-Burhan dike ku hem serokê artêşê ye. Li aliyê dinê generalê bi navê Muhammed Hamdan Dagalo heye ku serokê RSF ye an ku serokê Hêzên Desteka Lezgîn e.

Parve bike: