Sergey Kopirkin: Heger Ermenistan û Azerbêcan tev li BRICSê bibin, wê pêwendiyên wan normaltir bibin
PeyamaKurd – Balyozê Rûsyayê yê li Ermenîstanê Sergey Kopirkin di hevpeyvîna xwe ya bi RIA Novostî re gotiye: “Endambûna îhtîmal a Êrîvan û Bakûyê ya di BRICSê de dikare bandoreke erênî li pêvajoya birêkûpêkkirina peywendiyên her du welatan bike.” Pê re bersiva vê pirsê da, bê ka “gelo di çarçoveya Lûtkeya BRICSê de li ser pêvajoya birêkûpêkkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbeycanê nîqaş tên plankirin yan na.”
Di bersiva xwe ya vê pirsê de diyar kiriye, “Agahiyeke min a wisa nîne.”
Balyozê Rûsyayê yê li Êrîvanê destnîşan kiriye ku “Di pêşerojê de, tevlibûna mihtemel a Ermenistan û Azerbeycanê di çalakiyên BRICSê de dê bi awayekî objektîf qada diyaloga wan bi pêş bixe û ev yek dê bandoreke erênî li pêvajoya normaltirkirina pêwendiyên wan bike.”