TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê ayînî Elî Sîstanî rexne li berpirsan kir

Admin M
Nivîskar
📅 12 mijdar 2019 02:41

PeyamaKurd- Serokê ayînî yê şî’ayên Iraqê Elî Sîstanî di dema seredana nûnera Neteweyên Yekgirtî ku li Necefê seredana wî kiribû, li ser rewşa Iraqê û îro bi hevre dayîn û sitendinan bi hevre kirin. Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaertê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji rewşa niha ya Iraqê neraziye.

Sîstanî di gilî û gazinên xwe de gotiye ku ew gelek caran ji rêvebiran re behsa arîşeyên civakî, xizmetguzarî û gendeliyê kiriye da pêşî lê bigrin lê kes guhê xwe nedayê û problem mezin bûne, hatine heya roja me. Sîstanî dibêje ger serokatiya parlementoya Iraqê, serokwezîrtiya Iraqê van pirsgirêkan çareser nekin, divê ew jî li çara serê xwe binêrin.

Parve bike: