Serokê Azerbaycanê: Em ji tu kes û aliyekî natirsin û kes jî nikare pêsiya me bigire
PeyamaKurd – Serokê Azerbaycanê Îlham Elîyev di gotara xwe de qala tetbîqata leşkerî ya Îranê ya li ser sînorên navbera Îran, Azerbaycan û Eremenistanê kir û got, Îran xwestiye bi vê tetbîqata leşkerî me bitirsîne, lê em ji tu kes û aliyekî natirsin û kes jî nikare pêşiya me bigire.
Herwiha Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî li ser mijarê diyar kiriye, armanca Îranê ne tirsandina tu kes û aliyekî ye û ev tetbîqata han pêngaveke normal bûye û bi haydariya welatên cîran hatiye lidarxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, weke tê zanîn di navbera Îran û Azerbaycanê de li ser mijara vekirina korîdora Zengezor alozî û nakokî hene û Îran dibêje em qebûl nakin li cografyaya deverê tu guhertin were kirin û eger lazim bive em ê ji bo vê yekê hêzê bikar bînin û di heman çarçoveyê de jî Îran meha derbasbûyî li vê herêmê tetbîqateke leşkerî li dar xistibû.