TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê DEAS ê hat girtin

Admin M
Nivîskar
📅 21 gulan 2020 05:03

PeyamaKurd- Îstîxabratê Iraqê ragihand ku wan serokê DEAŞ ê girtiye. Piştî kuştina Ebûbekir Bexdadî ku serok û damezrênerê DEAŞê bû, Abdulnasir Kardaş ketibû şûna wî an belkî kesên herî nêz ku bo bikeve şûna Bexdadî namzed bû. Ev mijar zêde zelal nîne.

Berpirsên ewlekariyê bo ajansa fermî ya Iraqê INA yê ragihandine ku rêxistina îstîxbaratê operasyon kiriye û ji xelefên Bexdadî Kardaş xistine destê xwe.

Hêzên îstîxbaratê di mijara ku Kardaş li ku derê girtine û çawa girtine ti agahî nedane çapemeniyê.

Parve bike: