Serokê Dewleta Ukraynayê, serdana Hersonê kir
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, piştî vekişîna hêzên Rus, derbasî Hersonê bû û serdana gel û leşkeran kir. Zelenskiy, ji ber berxwedana ku nîşan dane, spasiya leşkeran kir.
Volodimir Zelenskiy, piştî rizgarbûna Hersonê ya ji destên hêzên Rus ku car din derbasî kontrola hêzên Ukraynayê bû, derbasî Hersonê bû. Zelenskiy, hem çû serdana leşkeran û hem jî li nav welatiyan geriya.
Serokê Ukraynayê Zelenskiy, di serdana xwe de spasiya hêzên ewlehiyê kir û di daxuyaniya ku li herêmê da de eşkere kir ku xelkê Hersonê ji bo vê rizgariyê gelek kêfxweş e.
Zelenskiy, li ser serdana xwe jî da zanîn ku çûyîna wî ya Hersonê, ji bo hîskirina hest û enerjiya leşkeran ku jiyana xwe dikin bin metirsiyê û ji bo welêt li ber xwe didin, gelek girîng e.