TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê grûba redîkal 2 Quranan avête nav gilêsê

Admin M
Nivîskar
📅 17 mijdar 2019 04:23

PeyamaKurd- Li welatê Norweçê serokê grûba bi navê “îslambûna Norweçê bidin rawestandin” (SION) tiştên ecêb dikin. Grûba li dijî Îslamê dema xwestin Quranê bişewitînin, polîs nehişt û serokê wan 2 Quaranên di destê xwe de avête nav gilêşê.

Grûba îslamî niha dixwaze di ser Quarên de tevliheviyê çêbike. Li gor nûçeya televîzyona Norweçê NRK ê; ev bûyer li bajarê Kristiansand ê çêbû ku piraniya bajêr koçberin. Serokê grûbê Arne Tumyr bi hevalên xwe re xwest xwepêşandan bike.

Grûbeka misilman li dora 500 kesî bertek nîşanî Tumyr dan û gotin ku ew di kolanan de dijminê îslamê û nijadperestan naxwazin.

Parve bike: