Cîhan
Serokê ISÎDê li ser Brunson jî mesajek wesand!
PeyamaKurd- Hat îddakirin ku qeyda dengê Serokê IŞÎDê Ebûbekîr el-Baxdadî li ser înternetê hate weşandin. Baxdadî di qeydê de li ser gelek mijaran mesajan dide.
Baxdadî di mesajên xwe de wiha dibêje: “Amerîka di dîroka xwe de di dema herî zeîf de ye. Tevî ku ew qasî Amerîka gefan li Tirkiyê dixwe jî, Tirkiye Brunson bernade. Ev jî nîşan dide ku bandora Amerîkayê kêm bûye.”
Qeyda deng 55 deqîqeyan dewam dike. Baxdadî qebûl dike ku li Sûriyê û Iraqê têk çûye û bawer dike ku Xwedê wan bi tirs û birçîbûnê îmtîhan dike.
Baxdadî di heman demê de ji bo hevalbendên xwe têkoşîna bi sebir tawsiye dike û mizgîniyê dide hevalên xwe.