Serokê Katalonyayê biryara dadgeha Îspanyayê qebûl nake
PeyamaKurd- Dadgeha bilind ya Îspanyayê 1,5 cezayê qedexeya xizmeta giştî da serokê hukumeta otonom ya Katalonyayê lê serokê Katalonyayê Quim Torra got ku ew li ser wezîfa xwe ye û wezîfa xwe dewam dike. Dadgeha bilind bi yek dengî biryarê tesdîq kir û Torra ji parlementeriyê xist.
Îtîraza ku Torra kir û xwest bicîhanîna biryarê rawestînin, nehat qebûl kirin. Piştî biryarê Torra weha ragihand:
“Ez parlementerim û serokê Katalonyayê me. Ji ber hemwelatiyên Katalonyayê weha biryarê dan. Parlemnetoya Katalonyayê bi dengdana xwe ya baweriyê û bi erêkirina roja 4 ê meha yekê, vê wezîfê da min.”
Serokê meclisa Katalonyayê ya xweser Roger Torrent li dijî biryara dadgeha Îspanyayê derket û got ku tiştekî neguhiriye û ew bi paşde gav navêjin. Wezîra bergiriyê ya Îspanyayê Margarita Robles ragihandibû ku biryara dadgehê nayê vateya ku êdî Torra ne serokê hukumeta Katalonyayê ye û biryar di destê parlementoya Katalonyayê de ye.
Bo kesekî bibe serokê hukumeta Katalanyayê, divê di meclisê de parlementer be. Dema parlementeriya wî biqede, nabe ku weka serokê hukumetê bimîne.