TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê meclisa Tirkiyê Kurtulmuş û serokê meclisa Iraqê Halbusi di civîna çapemeniyê de axifîn

Admin M
Nivîskar
📅 08 îlon 2026 17:28

PeyamaKurd – Serokê meclisa Iraqê Heybet el-Halbusi, seredana serokê meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş kir û di civîna çapemeniyê de got ku ‘proja rêya geşepêdanê’ ji aliyê Iraqê de projeyekî stratejîk e.

Halbusi her weha behsa projeya Tirkiya bê teror kir, behjsa girînagiya derxistina qanûna di derbarê mijarê de kir û weha got:

“Ev mijar gelek girîng e. Hem ji bo Tirkiyê, ji bo herêmê û hem ji bo welatên li dora Tirkiyê.”

Halbusi, her weha behsa grûbên çekdar yên nav Iraqê kir ku nerewane û mijara wan grûbên nerewa bûye mijarekî netewî ya Iraqê. Halbusi got:

“Em dixwazin herêm, herêmekî bê teror be. Bila grûbên çekdar nebin. Ev mijar temamê ewlehiya welatên herêmê ji nêz de eleqedar dike. Îranê, Tirkiyê û welatên din…”

Halbusi got ku piştî arîşeya Tengava Hurmziê Iraq li rêyan digere ku petrola xwe bişîne welatên derve da bifroşe, ji bo Iraqê proja geşepêdanê ya Iraqê girînge, deriyê sînor yê Ovakoy-pêşxabûr ji bo Iraqê girînge, peymana xetta petrolê ya bi Tirkiyê re dirêj kirine û peymana çarçoveyê dê di mijarê de rolekî baş bileyîze.

Serokê meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş jî ragihand ku li ser mijara avê jî axifîne û mijara avê ji aliyê Iraqê de girîng e.

Halbusi got ku hecma bazirganiya di navera Tirkiyê û Iraqê de di sala 2025an de gihaye 17 milyar dolarî û di salên pêşde dixwazin wê hecmê derxin 30 milyar dolarî.

Parve bike: