TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê nû yê Brezîlyayê: Ez ê we ji sosyalîzmê rizgar bikim

Admin S
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2019 16:45

PeyamaKurd - Serokê nû yê Brezîlyayê Jair Bolsonaroyê rastgir, di merasîma sondxwarinê de got ku ew dê gelê xwe ji Sosyalîzmê û nirxên ehlaqî yên dijî civakê rizgar bike.

Bolsonaro di merasîma li paytext Brasiliayê de, ji sed hezar kesan re axivî û soza ji nû ve avadankirinê û reforman da.

Bolsonaro wekî sedema hemû tengavî û gendeliyan Partiya Karkeran nîşan da û diyar kir ku ew dê li dijî îdeolojiya zayandî têbikoşe û xwedîtiyê li nirxên malbatî, olî û civakî bike.

Parve bike: