TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Ûkraynayê Zelenski serokerkanê Ûkraynayê ji ser karê wî girt

Admin M
Nivîskar
📅 09 sibat 2024 02:07

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê ji ber di gelek mijaran de bi serokerkanê Ûkraynayê bi Valerii Zaluzhn re li hev nedikir, wî ji ser karê wî girt. Di şûna wî de fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê Oleksandr Sırski danî.

Di çend rojên borî de Zaluzhnyi daxwaz kiribû ku 500 hezar kes ji Ûkraynayê bigrin nav artêşê lê serokê Ûkraynayê Zelenski li dij derketibû. Li ser biryara giritna serokerkan Zelenski got:

“Wexta guherînekî hatiye. Em li ser guherînên nav artêşê axifîn. Di nûhkirina serpereştiya artêşa Ûkrayna de, dê kî karibe bixebite, em li ser axifîn. Niha wexta nûhkirinê ye.”

Serokerkanê berê yê Ûkraynayê Zaluzhnyi di ser hesabê xwe yê medya civakî de hevdîtina xwe ya bi Zelenski re şirove kir. Di şiroveyê de weha got:

“Di rojên herî zor yên şerê li dijî Rûsya de, me di ber xwe da. Em tev bi hevre li jiyanê man. Şerê me dewam dike. Wezîfa 2022an ji ya sala 2024an cudaye. Ji ber wê divê herkes biguhire û bi şertên nûh re li hev be. Ji bo bi hevre qezenc bikin. Bîstek berê em bi fermandar re hatin cem hev. Hevdîtinekî ji dil û girîng bû. Me biryarê da ku stratejiya xwe biguhêrin. Ez, minnetdarê herkesê ku bi min re bûn.”

Parve bike: