Serokkomar: “Eger hukumet nê avakirin em ê herin dojehê”
PeyamaKurd – Serokkomarê Lubnanê Mîşel Avn behsa pêvajoya avakirina hukumeta Lubnanê kir û got; eger hukumet nê avakirin wê Lubnan bi tabloyekî aborî ya çawa re rû bi rû bimîne îzah kir û weha got:
“Eger hukumet nê avakirin em ê herin dojehê.”
Serokkomarê Lubnanê Anv behsa teqîna li lîmana Beyrûdê kir û piştî teqînê hukumeta ku îstîfa kir, behsa pêvajoya avakirina hukumeta nû kir.
Avn li qesra serokkomariyê ya Baabê civînekî çapemeniyê lidarxist. Di beyana xwe de got ku bi arîşeya avakirina hukumeta Lubnanê re rû bir û mane û weha dewam kir:
“Diviya ev nebûya. Yek deqeyekî wextê Lubnanê tineye ku wenda bike. Ti rohniyekî bo avakirina hukumetê xuya nake. Min wezîfa avakirina hukumetê da Mustafa Edib lê û 4 cara hat meqamê min û nikaribû lîsteya encumena wezîran peşkeş bike. Edib naxwaze bi fikrên serokên grûbên siyasî hukumetê ava bike. Mustafa Edib dibêje heya wezaret yên mezheban bin, bila di nava dewreyan de biguhire û heya lihevkirinekî netewî tinebe, xwe nade ber avakirina hukumetê.”
Mustafa Edib dixwaze bê ku li ol û mezhebên wezîran binêre, dibêje li gor liyaqatê hukumet bê avakirin û wezaret bên dayîn.