Serokomarê Afganistanê: Vekisîna Amerîka hist ku Talîban welat dagir bike!
PeyamaKurd - Serokomarê Afganistanê Eşref Xenî got ku bi vekişîna Amerîkayê re, tevgera Talîbanê û dagirkirina beşeke mezin a xaka Afganistanê dagir kiriye ku sedema wê jî Amerîka ye.
Serokomarê Eşref Xenî diyar kir, wan planeke 6 mehan amade kiriye ji bo şikestina Talîbanê û Amerîka jî palpiştiya planê dike û got, Talîbanê niha ezmûna şer peyda kiriye û niha ew rûbirûyî Talîbanê bûye.
Serokomarê Afganistanê vekişîna Amerîkayê û hêzên navdewletî weke sedema zindîbûna Talîbanê û dagîrkirina xaka Afganistanê nirxand û da zanîn ku wan ji berpirsên Amerîkayê re eşkere kiriye vekişîna hêzên wan wê bibe sedema karesatê li Afganistanê.
Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û NATOyê ji Afganistanê, Talîbanê êrîşên xwe zêdetir kirin û di destpêka meha Tîrmehê de Talîbanê ragihandibû ku wan %85ê xaka Afganistanê xistiye bin kontrola xwe.