Cîhan
Serokomarê demkî diyar bû
PeyamaKurd – Piştî îstifaya Serokomarê Cezayîrê Abdulaziz Buteflika di encama civînên du baskên parlementoyê de, biryar hat dayîn ku Serokê Konseya Milet Abdulkadir bin Salih bibe serokomarê demkî yê welat.
Herdu baskên bilind ên Parlamentoya Cezayîrê îro 9ê Nîsanê ji bo destnîşankirina serokomarê demkî yê welat civiyan û parlamentoyê ji nav 644 kursiyan bi dengên 453 kursiyan biryar da ku valahî di posta serokomariyê de heye.
Baskê bilind ê parlamentoyê li gor destûra Cezayîrê Serokê Konseya Milet Abdulkadir bin Salih wekî serokomarê demkî yê Cezayîrê hilbijart ku dê li nêzîk dest bi kar bike.