TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokomarê Tirkiyeyê, mûçeya herî kêm a 2023yan eskere kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2022 18:30

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, mûçeya herî kêm a sala 2023yan eşkere kir.

Recep Tayip Erdogan, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku mûçeya herî kêm a sala nû, safî 8 hezar û 506 TL hatiye diyarkirin.

Erdogan diyar kir ku partiyan nikaribûye li ser hejmareke hevpar li hev bikin û got,

"Hejmara ku em ê eşkere bikin, bi nêrîna giştî ya welêt re li hev dike. Em ne destûrê didin ku mafên karkerên me bên binpêkirin ne jî em destûrê didin ku barekî giran li ser milên karsazên me bar bibe û zerar li qada karkirinê bibe.”

Erdogan, li ser rêjeya mûçeya herî kêm ku li welêt dibe sedema nîqaşan got ku

“Heger em rastî rewşek neçaverê bên, em ê wekî par dudil nebin ku lihevhatineke demkî pêk bînin. Wekî rêveberiyeke ku dahat û refaha xebatkarên me zêde kiriye, mîna her sektorek li welatê xwe em ê destûrê nedin ku mafên tu kesî bên wendakirin.

Em ê di vê mehê de bibin şahidê kêmbûna leza enflasyonê. Em bi biryar in ku enflasyonê di nîvê salê de (2023) ji % 30 û di dawiya salê da jî ji % 20 kêm bikin." 

Parve bike: