TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî balyozê Rûsyayê yê li Iraqê pêşwazî kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 hezîran 2026 14:41

PeyamaKurd - Îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.

 Di hevdîtinê de ku Konsolosê Giştî yê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Maksim Rubin jî tê de amade bû, her du aliyan kêfxweşiya xwe li ser ast û pêşkeftina peywendiyên navbera Hewlêr û Moskovayê nîşan dan.

Balyozê Rûsyayê Elbrus Kutrashev destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di siyaseta derve ya hikûmet û serkirdayetiya Rûsyayê de xwedî cihekî taybet û giring e.

 Kutrashev her wiha tekez kir ku welatê wî dixwaze peywendiyên piralî yên ligel Herêma Kurdistanê di her warî de zêdetir bi pêş bixe. Di berdewamiya rûniştinê de, guhertin û pêşhatên dawî yên li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û herema Kurdistanê hatin guftûgo kirin .

Parve bike: