Serokwezîra Finlandiyayê, bi girî lêborîn xwest
PeyamaKurd- Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin, di mitîngekê de axivî û li ser dîmenên wê yên ku di şahiyekê de hatine kişandin, giriya û lêborîn xwest.
Sanna Marin, di rojên dawî de bi dîmenên ku di şahiyeke ligel hevalên xwe direqise û stranê distrê, di rojeva raya giştî de rastî rexneyan hatibû. Serokwezîr Marin, di mitîngeke ku li Lahtiyê hat lidarxistin de li ser mijarê axivî û bi girî lêborîn xwest.
Sanna Marin li ser mijarê got, “Li gorî min, ew foto ne guncav bûn. Ez ji ber vê yekê lêborîna xwe dixwazim. Xwezî ew foto qet nehatibûya kişandin. Ez di karê xwe de rojek jî sist nebûme. Ez wisa difikirim ku divê em dest bi karê xwe bikin û dema xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan xerc bikin. Divê em hemû bi hev re Finlandiyayeke bihêztir ava bikin.”
Beriya niha bi çend rojan jî ev mijar hatibû rojevê û Serokwezîra Finlandiyayê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku wê di vê şahiyê de madeyên hişbir bi kar nehaniye û tiştekî dijyasayî nekiriye.