Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî girêbestên 69 şêwirmendan betal kir
PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Elî Faleh el-Zeydî, girêbestên 69 şêwirmendên ku di ofisa serokwezîriyê de dixebitîn hatin betalkirin.
Biryara betalkirina girêbestan di 22ê Cotmehê de ji aliyê Cîgirê Rêveberê Ofisa Serokwezîriyê Elî Lamî ve hat derxistin û hate ragihandin ku ev biryar ji dîroka belavkirinê pê ve dikeve meriyetê.
Di tekstê biryarê de hate diyarkirin ku derbarê pişk û alîkariyên darayî yên dewletê de ku bo van şêwirmendan dihatin dayîn, rêkarên paqijkirina hesab û îbrakirinê nehatine kirin.
Serokwezîr Elî Faleh el-Zeydî berê di hevdîtineke taybet de ragihandibû ku êdî hewcedarî bi van şêwirmendan nemaye û ew ê 72 kes ji wan ji peywirê dûr bixe.
Li gorî qanûna mûçe û alîkariyan a Encûmena Wezîran a Iraqê, mûçeyê bingehîn ê şêwirmendekî 3 milyon û 50 hezar dînar e û ligel alîkariyên din re mûçeyê wan ê mehane digihîje zêdetirî 5 milyon û 550 hezar dînarî.