TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê Îtalyayê bi Hafter re hevdîtin kir

Admin M
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2020 05:31

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte bi general Hafter re ku Hafter dixwaze hukumeta Lîbyayê ya ku di navdewletî de rewa tê dîtin, biroxîne û bikeve şûna wê, li Îtalyayê, îro piştî nîvro li Koşka serokwezîrtiyê hevdîtin kir. Li gor çapemeniya Îtalyayê hevdîtin çend siet dewam kiriye û heya niha di derbarê hevdîtinê de hukumeta Îtalyayê çi agahî nedaye.

Xeber hatibû belavkirin ku serokwezîrê Lîbyayê yê rewa tê qebûlkirin Fayîz Es Serac li Brukselê bû, wê ber destê êvarê here Îtalyayê, lê xeber ji aliyê Trablûsê de hat dayîn ku mijara çûna serowezîr bo Îtalyayê derew e.

Çapemeniya Lîbyayê piştî van nûçeyan ragihand ku serokwezîr Serrac gihaye balafirgeha Trablûsê ya bi navê Mitigayê.

Parve bike: