TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê Kanadayê ji bo vemirandina agir alîkariya navdewletî xwest

Admin M
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2024 01:14

PeyamaKurd – Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, ragihand ku dê tîmên îtfaiyê ji bo agirê li daristanên Alberta û Kolumbiya Brîtanyayê vemirînin, ji Afrîka Başûr, Awûstralya, Meksîka û Zelanda Nû herin alîkariyê.

Trudeau, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku li Albertayê li devera Jasperê xebata vemirandina şewatê dewam dike û sipasiya wan dewletên ku destekê bidin Kanadayê kir. Jasper her weha got ku tehliya der û dora Parka Netewî dewam dike û rêvebiriya Parkên Kanadayê ragihand ku heya 6 ê Tebaxê ketina nav parkan qedexe kirine.

Li gor ragihandina rojnama New York Timesê; di parka Netewî ya Jasper de 363 km2 di şewatê de tehrîb bûye.

Parve bike: