Cîhan
Serokwezîrê rejîma Sûriyê hat guhertin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Sûriyê, Beşar Esed îro bi biryarekê serokwezîrê Sûriyê guhert û Hisên Ernûs weke serokwezîrê nû destnîşan kir.
Li gorî medya girêdayî rejîma Şamê, Esed bi biryara serokatiyê ya hejmar 143 a sala 2020, Muhendis Imad Mihemed Dîb Xemîs ji posta serokwezîriya Sûriyê rakir û Hisên Ernûs weke serokwezîrê nû li cihê wî danî.
Li gorî nirxandinan, piştî kûrbûna krîza aborî û zêdebûna xwepêşandanên li dijî rêveberiya Esed li herêmên kontrola rejîmê, ku ev hefteyek e berdewam dikin ev biryar hatiye standin.
Serokwezîrê nû Hisên Ernûs ji sala 2018an ve Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Sûriyê ye û ji sala 2009 heta 2011an jî Parêzgarê Dêre Zorê bû ku demekê Parêzgariya Quneytereyê jî kiriye.