Şêwirmendê wî eşkere kir: Erdogan cara dawî dibe namzedê serokomariyê
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokkomar û Cîgirê Serokê Desteya Polîtîkayên Dadê ya Serokomariya Tirkiyê Mehmet Uçum ragihand ku hilbijartinên 2028an dê di 16ê Nîsanê de bên lidarxistin û Recep Tayyip Erdogan dê cara dawî bibe namzed,
Mehmet Uçum di bernameya "Sohbetên Anadoluyê" de ku ji aliyê Federasyona Çapemeniya Tirkiyeyê ve hat lidarxistin, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Uçum li ser pêvajoya çekdanîna PKKê ku wekî "Tirkiyeya Bê Teror" tê binavkirin got: "Ev modeleke taybet a Tirkiyeyê ye. Li vir ti bazarî nînin, muzakere nînin; diyalog heye."
Derbarê hilbijartinên serokomariyê yên sala 2028an de jî Uçum eşkere kir ku ew pêşbînî dikin hilbijartin di 16ê Nîsana 2028an de bên kirin û destnîşan kir, "Birêz Recep Tayyip Erdogan dê cara dawî bibe namzed."