Cîhan
Şêx Hicrî: Durzî parçeyek ji Îsraîl ne û yek malbat in
PeyamaKurd - Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî, di daxuyaniyekê de ragihand ku Durzî parçeyek ji dewleta Îsraîlê ne û got, ew li parêzgeha Siwêdayê ji hikûmeta Şamê serbixwe tevdigerin. Hicrî tekez kir ku Durzî û Îsraîl vîzyoneke hevpar a şaristanî parve dikin.
Hicrî diyar kir ku civaka Durzî li Sûriye û Îsraîlê xwe wekî "yek malbatê" dibîne û pesnê modela dewletê ya Îsraîlê da ku li ser bingeha serweriya hiqûqê û saziyan hatiye avakirin.
Hemwextî van daxuyaniyan, li bajarê Siwêdayê konvoy û meşeke piştgiriyê ji bo Îsraîlê hat organîzekirin ku tê de alayên Durzî û Îsraîlê li kêleka hev û wêneyên Benjamin Netanyahu hatin hildan. Beşdarên meşê spasiya artêşa Îsraîlê kirin ji bo parastina civaka Durzî di aloziyên dawî de.