Cîhan
Şeybanî: Li balafirgeha Ebû Zuhûrê baregeha Tirkiyê tune ye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî di daxuyaniyekê de ji bo malpera Axiosê daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên derbarê balafirgeha leşkerî ya Ebû Zuhûrê de bi tundî red kirin.
Şeybanî diyar kir ku ti niyet an jî plana wan a avakirina baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê li wî cihî nîne û anî ziman ku berî êrîşa Îsraîlê ti hêz an komkirineke leşkerî ya Tirkiyeyê li wir nebûye.
Wezîrê Sûriyeyî bal kişand ser wê yekê ku balafirgeh di dema bombardumanê de "hema hema vala" bû û ji ber nûjennekirinê ji bo xebatê amade nebû.