TR KU SO
FB X
Cîhan

Sezgîn Tanrikulu bersiva heqareta Serokê IYIPê ya bo Ala Kurdistanê da

Admin H
Nivîskar
📅 07 îlon 2020 01:44

PeyamaKurd – Parlamentarê Kurd ê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, li ser parvekirina Serokê Iyi Partiyê yê bajarê Sakaryayê ku li ser ala Kurdistanê ya ser maseya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bersiv bi Ala Kurdistanê da.

Tanrikulu li ser hesabê xwe yê Twitterê Ala Kurdistanê ya fermî parve kir û li ser nivîsî: “Ev ala ku jê re dibêje potek, ala fermî ya Herêma Kurdistanê ye ku di destûra Iraqê de hatiye naskirin. Al rûmeha her gel û welatiyên di bin de dijî ne. Heqareta li alê dijminatiya aştiya civakê ye, nayê qebûlkirin.”

Parve bike: