Cîhan
Şi, ji bo endamên BRICSê got: “Li Rojhilata Navîn rola aştiyê bigrin ser xwe”
PeyamaKurd – Serokê dewleta Çînê Şi Cinping, di civîna welatên endamên BRICSê de xwest ku ji ber êrîşên Amerîkayê yên ser Îranê, êrîşên Îsraîlê yên ser Filistinê û Lubananê, li Rojhilata Navîn şer geşe û divê dawî li şer were û ji bo aştiyê bicîh bikin, divê temamê endamên BRICSê rola xwe bileyîzin.
Wezareta karên derve ya Çînê mijarê ragihand û got ku Şi, li payîtexta Hindistanê li Delhiyê axaftina xwe kiriye. Şi, gotiye ku li Rojhilata Navîn û Kendavê rewş hesasiyeta xwe diparêze, ji aliyê xelkê herêmê de şer zerarê dide wan û şer ji civaka navdewletî re xizmetê nake.
Şi her weha got di vê rewşê de, divê endamên BRICSê li terefê rast ciyê xwe bigrin.