Cîhan
Sihûdî: Kêseya Filistîn bi du-dewletiyê çareser bibe em ê Îsraîlê nas bikin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Erebistana Sihûdî Faysal bin Ferhan got "Ger ku pirsgirêka Filistînê çareser bibe wê Erebistana Siûdî Îsraîlê nas bike."
Wezîrê Derve yê Erebistanê Ferhan di panêla Foruma Aborî ya Cîhanê ya Davosê de, ji bo şerê Îsraîl û Hemasê banga agirbesteke bilez kir.
Ferhan got: "Bêguman Erebistana Sihûdî bi asayîkirina têkiliyên bi Israîlê re eleqedar e. Li Filistînê çareseriya bi merca rêbaza du dewletî pêk bê, Riyad jî wê amade be ku Îsraîlê nas bike.
Wezîrê Erebistana Sihûdî her wiha rêbaza şer a Îsraîlê ku niha li Xezzeyê dimeşîne rexne kir û got: "Ev şêwaza şer a Îsraîlê li gel xeteriyên mezin ên ser sivîlan, hêzên aştî û ewlehiyê yên li herêmê jî dixe xeteriyê."