Cîhan
Sirbistan li Kurdistanê Konsolosxaneyê vedike
PeyamaKurd - Balyozê Sirbistanê li Iraqê ragihand, ku destpêka sala bê dê Konsolosxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vekin.
Balyozê Sirbistanê li Îraqê Uroş Balov ji Kurdistan24ê re axivî û ragihand, ku welatê wî bi niyaz e Konsolosxaneya xwe li herêma Kurdistanê veke û da zanîn ku, ev yek gavek giring e bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Sirbistanê de.
Di civîna îro ya Uroş Balov li gel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de behsa bihêzkirina pêwendiyên Sirbistanê û Kurdistanê hatibû kirin. Di wê civînê de Balov qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî terorê û ewlehiya Herêma Kurdistanê wekî binameyek mîsogerî û istiqrarê binav kiribû.