TR KU SO
FB X
Cîhan

Sirbistanê ragihand: Ne pêkan e, em li hev bikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 26 tebax 2022 20:03

PeyamaKurd- Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic, li ser hevdîtinên ku duh ji aliyê nûnerên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) ve li ser lihevkirina Sirbîstan û Kosovayê hat kirin de daxuyaniyek da. Vucic ragihand ku ne pêkan e ew bi Kosovayê re li hev bikin.

Aleksandar Vucic, duh bişev Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Balkanan Gabriel Escobar  û Nûnerê Taybet ê Belgradê yê Yekîtiya Ewropayê Miroslav Lajcak qebûl kir û ligel wan hevdîtineke li ser hegera lihevkirina bi Kosovayê re pêk hanî.

Di hevdîtina ku li paytexta Sirbîstanê Belgradê pêk hat de Vucin da zanîn û got,

“Di derbarê plakayên li Kosovayê de û ji ber hin pirsgirêkên mezintir, ne pêkan e ku em bi Kosovayê re li hev bikin û li hev werin. “

Serokomar Vucic eşkere kir ku ew ê pêşeroja welatiyên Sirp ên li Kosovayê bikin bin ewlehiyê û got, “Di rojên pêş de em ê ji bo aştiya gelê xwe û parastina aştiyê, hîn bêhtir bixebitin.”

Alozî, mehek berê derketibû

Di meha borî ya tîrmehê de hikûmeta Kosovayê ragihandibû ku xelkê Sirp jî di nav de kî li Kosovayê bijî, divê nasname û plakaya Kosovayê bi kar bîne û ev biryar jî dê bi teqezî were bicihanîn. Li ser vê biryarê, kesên Sirp ên ku li Kosovayê dijîn, bertekeke tund nîşan dabû û sînorên li bakurê welêt girtibû.

 Rayedarên NATOyê jî daxuyaniyek dabû û eşkere kiribû ku heger li herêmê hedarî çênebe, ew amade ne ku destwerdanê bikin.

Parve bike: