Cîhan
Sirri Sakik: HDP li kû derê wezîfê bide me, em amade ne!
PeyamaKurd- Şaredarê berê yê Agiriyê Sirri Sakik di derbarê namzetbûna xwe de daxuyaniyek da û got ku partiya me li kû derê wezîfê bide me, em ji bo her wezîfeyê amade ne.
Sakik wiha got: Ji bo namzetbûna min ti asteng tune ne. Ji gelek bajaran jî ji bo namzetbûnê teklîf ji min re tên. Ji Mûş, Mêrsîn û Bursayê teklîf hatin kirin. Lê Navenda Giştî ya HDPê çi biryarê bide em ê xizmeta xwe bi wî rengî bikin. Me li Agiriyê gelek xizmet kirin û em ê bikin jî.
Sirri Sakik di 1ê Adara 2017an de ji aliyê wezareta karên hundir ya Tirkiyê ve ji wezîfeya şaserdariya Agiriyê hatibû dûrxistin.