TR KU SO
FB X
Cîhan

Siûdî fermandarê koalîsyona dijî Îranê eşkere kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 tebax 2026 18:17

PeyamaKurd - Erebistana Siûdî admîral Abdullah El Şehrî wek fermandarê Koalîsyona Parastina Deryayî ya Pirneteweyî tayîn kir û dê di 12ê Tebaxê de civîna xwe ya yekemîn pêk bîne.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku avahiya Fermandariya Koalîsyona Parastina Deryayî ya Pirneteweyî temam bûye û admîral Abdullah El Şehrî wek fermandarê wê hatiye destnîşankirin.

Wezaretê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "fermandarê koalîsyonê dê çavdêriya karên fermandariya deryayî ya hevbeş bike û hemahengiyê di navbera welatên endam de pêk bîne. Herwiha dê rêveberiya çalakî û erkên hevbeş li gorî peymana hevbendiyê û belgeyên wê yên rêxistinî bike. Ev yek dê amadebûna koalîsyonê ji bo parastina ewlehiya deryayî azadiya tevgera keştiyan xurt bike. Dê di parastina rêgeh û tengavên deryayî de bibe alîkar û di heman demê de destekê bide bazirganiya navneteweyî.”

Wezaretê ragihand ku deriyê tevlêbûna nava koalîsyonê li ber welatan vekirî ye. Her wiha da zanîn ku armanca wan xurtkirina ewlehiya deryayî û berfirehkirina tevkariya navneteweyî li hember gefên hevbeş e.

Wezaretê aşkera kir ku welatên damezirîner dê di rojên 12 û 13ê Tebaxê de civînekê li dar bixin da ku pêwîstiyên avakirinê temam bikin û li gorî rêkeftinên rêxistinî yên pejirandî ji bo amadekariyên destpêkirina qonaxa xebatê ya koalîsyonê îmzekirina daxuyaniya hevbeş û destûrê berdewam bikin.

Hêjayî gotinê ye, 30ê Tîrmeha îsal 43 welatan bi armanca xurtkirina hevkariya di warê parastina deryayî û ewlehiya navîgasyonê de ev koalîsyon ava kiribûn ku piştî şerê Îsraî-Amerîka û Îranû girtina Tengava Hurmizê ev biryar hatibû dayîn.

Parve bike: