Cîhan
Siûdî: Me 33 dronên Îranê têkşikandin
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Erebistana Siûdî ragihand ku di çend saetên dawî de bi 33 dronan êrîş li ser qada wan a asmanî hatiye kirin û ew dron hatine astengkirin.
Hat destnîşankirin ku pergalên parastina asmanî di çend saetên dawî de 33 êrîşên dronan tespît kirine û ew dron hemû hatine têkşikandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Riyadê hewleke êrîşa bi dronê ya li ser Taxa Dîplomasiyê ya ku balyozxane lê ne jî hatiye dayîn. Lê belê ew dron beriya ku bigihe hedefa xwe hatiye xistin û bêbandorkirin.
Wezaretê da zanîn ku droneke din jî ber bi parzûngeha petrolê ya Şeybeyê ve bi rê ketiye û ew dron jî li Çola Rubulxaliyê hatiye astengkirin û têkşikandin.