Cîhan
Siyasetmedarê naskirî yê iraqî ji koronayê mir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îro Yekşemê siyasetmedarê naskirî yê Iraqê Tofîq Yasirî ji ber nexweşiya vîrusa koronayê li nexweşxaneyê can daye.
Medyaya Iraqê ragihandiye ku siyasetmdarê naskirî yê Iraqê Tofîq Yasirî li nexweşxaneyeke parêzgeha Dîwaneyê koça dawî kiriye.
Siyasetmedar Tofîq Yasirî berî bi çend rojan bi koronayê ketibû û bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin. Yasirî weke serkirdeyekî diyar ê Iraqê li dijî rejima Beas a Seddam Hisên dihat naskirin.