TR KU SO
FB X
Cîhan

Slovakya: Sandina çekan pirsgirêkê çareser nake!

Admin L
Nivîskar
📅 25 mijdar 2023 17:34

PeyamaKurd – Serokwezîrê nû yê Slovakyayê got, ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê şandina çekan ji rêveberiya Kîevê re pirsgirêk çareser nake.

Serokwezîrê nû yê Slovakyayê Robert Fico, li paytext Pragê bi hevtayê xwe yê Çek Petr Fiala re hevdîtin kir û yekem serdana xwe ya derve li wir kir.

Fico derbarê rewşa navborî de di daxuyaniya xwe de diyar kir, pêwendiyên her du welatan di her warî de erênî ne û di gelek mijaran de nêzîkatiyên Slovakya û Komara Çek dişibin hev.

Herwiha Fico diyar kir, "helwestên me yên bi Komara Çekê re ji bilî şandina çekan ji bo Ukraynayê hema hema yek in" û bal kişand ku şandina çekan ji bo Kîevê di şerê Rûsya û Ukraynayê de pirsgirêk çareser nekiriye.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Serokwezaretîya Slovakya ve hat dayîn de herwiha hat diyarkirin, Serokwezîr Fico wê bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re bi telefonê biaxive.

 
Parve bike: