TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: 300 çekdarên din ên Sûriyê gihîstin Azerbaycanê

Admin H
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2020 00:22

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji aliyê Tirkiyê ve veguhestina çekdarên ji Sûriyê bo şerê Qerebaxê daku alîkariya Azerbaycanê bikin berdewam dike û herî dawî jî 300 çekdarên din gihîştine Azerbaycanê.

SOHRê daye xuyakirin, hejmara çekdarên sûrî yên ku heta niha derbasî Azerbeycanê bûne, gihîştiye zêdetirî 2 hezar 350 çekdaran û 320 çekdar jî vegeriyan e.

Li gorî SOHRê ji dawiya meha Îlonê ve zêdetirî 217 çekdarên sûrî yên girêdayî Tirkiyê di şerê Qerebaxê de hatine kuştin û ji wan cenazeyên 138 kesan derbasî Sûriyê kirine.

Parve bike: