TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: Çekdaran hin herêm kontrol kirin û 3 leskerên Sûrî hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2019 22:09

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundewarê Mearet Numan a Idlibê şerekî dijwar di navbera rejîma Sûrî û komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve diqewime.

Li gorî SOHRê di encama wî şerî de, komên çekdar hinek herêmên ku rejîmê di çend saetên dawî de bi dest xistibûn, ji nû ve kontrol kirine.

Herwiha SOHRê da zanîn ku ji beriya 48 saetan ve balafirên şer ên Rûsî û Sûrî nêzî herêma bêçek nebûne, lê rejîmê gelek deverên Mearet Numan topbaran kirin.

Li gundewarên rojhilatê Idlibê jî komên çekdar li derdora El-Tuh erebeyên leşkerî yên rejîmê teqandin û 3 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Parve bike: