TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: Îran li çola El-Meyadînê ya Sûriyê fuzeyên menzîla wan navçe ceriband

Admin M
Nivîskar
📅 14 tebax 2022 00:29

PeyamaKurd – Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyê SOHR ragihand ku artêşa Îranê çend siet berê li çola el-Meyadînê fuzeyên menzîla wan navçe û roketavêjên ku Îran bi xwe çêkiriye ceribandine.

Li gor SOHR ê; Îran li rojhilatê Dêrezorê li çola el-Meyadînê roketan bicîh kiriye. Li çolê dengê teqînan gelek hatiye û roketan avêtine. Li gor çavkaniyên SOHR ê; fuze û fuzeavêj li navendên hilberînê yên mîlîsên Îranê çêbûne û ji bo çêkirina wan ji Îranê pisporan birine wê derê, di bin kontrola wan de hilberîna xwe kirine.

SOHR her weha ragihandibû ku di 17 ê temmûzê de li Dêrezorê li rojhilatê wê, mîlîsên ku li Çola el-Meyadînê ne, balafirên bêmirov yên bi navê Ebabîl 3 ceribandine.

Parve bike: