Cîhan
SOHR: Komên çekdar li çend deveran êrîşî hêzên Şamê kir
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku komên çekdar êrîş birin ser baregehên leşkerî yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku komên çekdarên nenas li Bûkemal, Sûsa, Baxoz a Dêrazorê êrîşî binkeyên Şamê kir.
SOHRê diyar kir ku çekdaran gule li baregeha Firqeya 86an li bajarê Bûkemalê reşandine.
Lê derbarê ziyanan de tu agahî nehatine dayin. Dîsa êrîşeke din li ser xaleke kontrolê a li bajarokê Baxozê, hate kirin û navendeke ewlehiyê li bajarokê Sûsa jî hat armanc kirin.
Li gorî SOHRê dibe ku ev çekdar bi DAIŞê ve girêdayî bin.