Cîhan
SOHR: Rûsyayê li Reqa baregeheke nû ya leskerî ava kir
PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Rûsyayê li Reqa baregeheke nû ya leşkerî ava kiriye.
SOHRê da xuyakirin ku 40 wesayîtên leşkerî yên hêzên Rûsî derbasî gundê Terfawî yê 45 kîlometran dûrî Reqayê bûne û li wir baregeheke leşkerî ava kirine.
Herwiha SOHRê da zanîn ku digel wesayîtên leşkerî hejmarek tevî çekên giran gelek leşker jî li wê baregehê hatine bicihkirin.
Hîn derbarê vê pêngava Rûsyayê de, ji aliyê HSDê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Li herêma Reqayê ku kelgehên neftê lê hene, hêzên Amerîka û HSDê dimînin ku kontrola wan herêman dikin.
Amerîka piştî biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê li herêmên neftê yên bin kontrola HSDê ji nû ve bicih bûbû.