TR KU SO
FB X
Cîhan

Soylu ji bo cenazeyê PKKyiyan gef li HDPê xwar: Ka bila herin…

Admin S
Nivîskar
📅 02 sibat 2019 21:29

PeyamaKurd - Wezîr Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu gef li parlamentarên HDPê xwar ku neçin cenazeyên PKKyîyan û grevên birçîbûnê jî wekî dijî hikûmetê û têkdana hilbijartinan nirxand.

Soylu li Stenbolê bi muxtaran re civînek li dar xist û derbarê greva birçîbûnê ya Leyla Guven û cenazeyên PKKyîyan de gef xwarin.

Wezîrê Tirk got ku ‘Rewşa Ocalan ne xema kesî ye’ û wiha dewam kir, "Niha terorîst dimirin (gerîlayên PKKê). Em wan dikujin. Parlamentar hewil didin biçin cenazeyên wan. De ka bila herin, em wan bibînin. Hedê herin.”

Parve bike: